“Amerîka zengilê hişyariyê derbarê vegera DAIŞ’ê de lêdide”

isis-iraq

Rojnameyeke Amerîkî ragihand, rêveberiya Amerîka ji sala 2020an ve hişyarî  bo vegera DAIŞê û zêdebûna çalakiyên wê di salên pêş de daye.

Ajansa “Associated Press” ragihand, rêveberiya Amerîkî di sala 2020an de di raportekê de hişyarî da ku rêxistina terorîst a DAIŞê dê vegere Iraqê.

Rapor hişyariyê dide rayedarên Amerîkî ku DAIŞ di salên pê de çawa dikare rêzên xwe li hundirê Iraqê ji nû ve çalak bike û rêkxistin bike.

Di raporta Associated Pressê de hatiye ku piştî vekişîna Amerîka ji Iraqê, rêxistina terorîst a DAIŞê dê gav bi gav rêzên xwe li navçeyên ku berê li Iraqê kontrol kiribûn, ji nû ve birêxistin bike û dîsa dest bi êrîşan bike.

Ev di demekê de ye, DAIŞê di vê mehê de êrişên xwe li ser hêzên ewlehiyê û sivîlên parêzgehên Diyala û Kerkûkê zêde kiriye.

Berî niha rojnameya “Wall Street Journal” jî ragihandibû ku DAIŞê li Iraqê vegeriya ye û tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de hejmara çalakiyan zêdetir bibe.

Rojnameyê got ku tevgerên vê dawiyê yên DAIŞê tenê destpêka kampanyayeke mezin a terorê ye li Iraqê, eger berpirsên ewlehiyê zû gavên pêwîst neavêjin, dê ziyanên DAIŞê zêdetir bibin.

Piştî êrîşên vê dawiyê li Kerkûk û Diyalayê, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî Tehsîn Xefacî ji rojnamevanan re gotibû: “DAIŞ tektîkên xwe guhertiye û karwanên serbazî û ewlekarî bi bombeyên bidestçêkirî armanc dike. Divê hêzên ewlehiyê jî tedbîrên xwe yên ewlehî û istixbaratî ji bo têkbirina şaneyên DAIŞê li hemû deverên Iraqê bileztir bikin”.

Her girêdayî êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê, Serokwezîrê Îraqî Mihemed Şiya Sûdanî roja Çarşema borî serpereştiya civîneke ewlekarî kir û rewşa parêzgehên Kerkûk û Diyalayê gotûbêj kir.

Pustên heman beş