Êrîşkerê Parîsê ji navenda çareseriya derûnî bo girtîgehê hat vegerandin

Êrîşkerê Parîsê ji navenda çareseriya derûnî bo girtîgehê hat vegerandin

Êrîşkarê li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, piştî ku şevekê li navenda çareseriya derûnî mabû, bo girtîgehê hate vegerandin.

Serdozgeriya Parîsê duhî biryar dabû ku êrîşkarê li ser Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya Parîsê ji girtîgehê bo navenda çareseriya derûnî bê veguhatin.

Dozgera Giştî ya Parîsê Laura Bequeau ragihand, tawanbarê gule li navendeke Kurdî reşandine li xwe mikur hatiye ku ew li dijî biyaniyan e.

Aşkere kir jî, êrîşkar çend demjimêran li nexweşxaneyek derûnî ma û piştre ji bo girtîgehê hat veguhastin.

Roja 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de, Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin got ku êrîşkar bi eşkereyî biyaniyan kirine armanc.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa li ser Kurdên diyasporayê li Parîsê şermezar kir.

Pustên heman beş