Geşta parlamenterekî HDPê bo dervayî Tirkiyê hat qedexekirin

Geşta parlamenterekî HDPê bo dervayî Tirkiyê hat qedexekirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê geşta parlamenterekî HDPê bo dervayî Tirkiyê qedexe kir.

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Zeynel Ozen dema dixwest ji firokxaneya Sabîha Gokçen a Stenbolê biçe Swêdê ku welatiyê wê ye, ji aliyê polîsên firokxaneyê ve hate astengkirin.

Parlamenterê HDPê bi daxuyaniyekê eşkere kir, wî li firokxaneyê zaniye ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bêyî çi agahdariyekê, geşta wî ya bo dervayî Tirkiyê qedexe kiriye û nehêle ew biçe Swêdê ku 35 sal in lê dijî û welatiyê wê ye.

Parlamenterê HDPê Zeynel Ozen, daxwaza hilweşandina biryarê di zûtirîn dem de kir.

Pustên heman beş