Leşkerekî Tirkiyê li Zapê hat kuştin

turkey-asker-pkk

Leşkerekî Artêş Tirkiyê li herêma operasyona “Pence-Kilît” ya li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hate kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de da xuyakirin; li herêma operasyona Pence-Kilît ya li devera Zapê, di encamê êrişên PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyeyê, Nîsana 2022 li Devera Zapê dest bi operasyonên kiribû û di encamê şer û pevçûnan de dehan serbazên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 18ê Nîsana 2022yan ve li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de li dijî PKKê dest bi operasyona bi navê Pence-Kilîd kiriye û operasyon heta niha berdewam e.

Operasyona “Pence-Kilît”, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Pustên heman beş