p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
ALF: Di navbera dengên AKP û CHPê de %3 ferq heye

Li gor rapirsiya Kompanya ALF, AKP partiya yekem e û di navbera rêjeya dengên AKP û CHPê de %3.2 ferq heye.
Kompanya Rapirsiyan ALF, encamên rapirsiya ku di navbera 20-25 Berfenbara 2022ê li 26 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar û 750 kesan re kiribû, eşkere kir.
Li gor rapirsiyê rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê ji rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê %4.1 zêdetir e.
Li gor rapirsiyê rêjeya dengên partiya wiha ne:
-
AKP: %30.5
-
CHP: %27.3
-
ÎYÎ Partî: %14.4
-
HDP: %9.1
-
MHP: %7.1
-
Partiya Pêşerojê: %3
-
DEVA: %2.3
-
Partiya Guherîna Tirkiyê: %2.1
-
Partiya Zafer: %2
-
Partiya Yeniden Refah: %1
-
Yên din: %1.2




