Di Salvegera 11 ya Komkujiya Roboskî da: Malbat daxwaza xwe ya dadweriyê dubare dikin

roboski-darkamazi-kurd-turkey-qilaban

Di 28ê Berfanbara 2011an de 34 gundiyên gundê Roboskiya Qilaban a Şirnexê di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Tevî ku 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, hemû lêpirsînên derbarê berpirsyar û kiryaran de hatine girtin û daxwaza dadweriyê ya malbatan jî didome.

Li Roboskî di salvegera komkujiyê de, qurbanî li ser gorên wan hatin bibîranîn. Malbatên ku wêneyên zarokên xwe yên hatine kuştin di destên xwe de hilgirtine daxwaza dadweriyê dikin.

Di 7ê Çileya 2014an da Dozgeriya Leşkerî ya Sererkaniya Tirkiyê derbarê doza komkujiyê de biryara neşopandinê dabû. Malbat û xizmên 34 qurbaniyên Roboskiyê li bendê ne ku bi darizandinekê dadwerane kiryar û berpirsyarên komkujiyê bêne cizakirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê duhî bi boneya Salvegera Komkujiya Roboskiyê li Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê komkujiyê piştguh nexin û heta berpirs werin sizadan dê têbikoşin

Pustên heman beş