Pêşmergeyan operasyoneke lêgerînê li quntarên Çiyayê Qereçox encam da

Pêşmergeyan operasyoneke lêgerînê li quntarên Çiyayê Qereçox encam da

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li quntarên Çiyayê Qereçox ku gumana wê hebû baregeh û stargehên terorîstan hene, operasyoneke lêgerînê pêk anî.

Wezareta Pêşmerge îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 28/12/2022an, Lîwaya 14 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge bi alîkarî û piştevaniya beşa segvanî a Wezareta Pêşmerge ya bi navê (K9) operasyoneke lêgerînê li quntarên Çiyayê Qereçox bi serkeftî encam da.”

Diyar kir jî, di vê operasyonê de lîwaya 14 a Piyade li gundên Gawir, Kendal, Girdeşîn, Melk Axa û Kepenereş ên li quntara Çiyayê Qereçox geriyan.

Da zanîn jî, armanca operasyonê jinavbirina baregeh û stargehên terorîstan û dabînkirin aramî û ewlehiyê li wan gundan bû ku guman hebû paşmayên çekdarên DAIŞê hene.

Pustên heman beş