Tora Sûriyê bang li HSDê kir ku girtiyan serbest berdin

Tora Sûriyê bang li HSDê kir ku girtiyan serbest berdin

Tora Sûriyê ya mafê mirovan ku binpêkirinên li seranserî Sûriyê de têne encamdan belge dike, di du daxuyaniyên cuda de, bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku serkirde û endamekî Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya serbest berdin.

Hisên Silêman ku endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ye, di 28ê Berçileya sala bûrî 2022yan li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye revandin, herweha Bilind Mela Ismaîl ew jî beriyê wê rêkeftê bi rojekê hatiye revandin, bûn cihê nerazîbûn û şermezarkirina aliyên kurdî û Sûrî jî, ku di du daxuyaniyan de Tora Sûriyê revandin wan şermezar kir.

Tora navbûrî di daxuyaniyên xwe de metirsiya xwe li ser çarenivîsa wan da diyarkirin, û got dibe ku rastî eşkenceyê werin û têkevin lîsteya windakiriyên binaçrî, ku 85 li ser sedî ji girtiyan rastî heman çarenivîsê tên, lewma bang li HSDê kir ku yekser wan û bi hezaran girtiyan serbest berdin û çarenivîsa wan ji raya giştî re eşkere bikin, û dest ji kiryarên girtin û revandinê berdin.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi tundî kiryarên PYDê di revandina serkirde û endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî partiyê wê ve şermezar kir, û got ev kiriyarên tirsandinê dihêlin şêniyên kurd berev derveyî welêt ve biçin, herweha PYD weke berpirs di ber revandin û diyarkirina çarenivîsa wan de dît, û bang li hemû aliyan kir ku fişarê li ser rêveberiya PYDê bikin.

Ji 28ê Berçileya 2022yan, , çekdarên PYDê Hisên Silêman endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Bilind Mela Ismaîl ku endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê revandin, ta niha çarenivîsa wan ne diyar e, sedemên revandina wan û tometên ku li ser wan hatine sepandin, ne diyar in.

Ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye, berdewam serkirde, çalakvan, endam û alîgirên ENKSê direvîne, mebest jê li gorî çavdêrên siyasî, terorkirina siyasî ye.

Pustên heman beş