Swêd çalakî û xebatên PKKê qedexe dike

sweden-pkk

Swêd çalakî û xebatên PKKê qedexe dike, guhertina destûra wî welatî ya ji bo qedexekirina wê partiyê jî kete kar.

Wezareta Dadê ya Swêdê bi daxuyaniyekê eşkere kir, guhertina destûra wan a di derheqê şerê li dijî terorê de ketiye warê cibicîkirinê.

Bi vê yekê çaksaziyê çalakî û xebatên rêxistinên terorê tên astengkirin, rêxistinên terorê tên qedexekirin û beşdariya kesekî di rêxistineke terorê de jî, dê di çarçoveyeke berfireh de wekî tawan were zanîn.

Wezîrê Derve yê Swêdê pêştir ji “Ajansa Anadolu” re ragihanddibû, guhertina Destûrê dê piştî serê salê bikeve warê cibicîkirinê, dê di 7ê Adarê de projeyasaya cezayê pêşkêşî parlamentoyê bikin û dê yasayeke nû li Yasaya Cezayê ya Swêdê zêde bikin.

Li gor vê yasayê, li Swêdê bilindkirina ala her rêxistineke terorîst û bangeşekirina wê, dê wekî tawan were zanîn û ev yasa dê piştî 1ê Hezîranê bikeve kar.

Di meha Hezîrana 2022an de rêkeftineke sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hate îmzekirin, di çarçoveya wê rêkeftinê de Tirkiye ji Swêdê daxwaz kir ku hejmarek ji wan kesên bi tometa endambûna PKKê û Tevgera Fethullah Gulen daxwazkirî ne û li Swêdê niştecî ne, radestî Tirkiyê werin kirin.

Her di vê çarçoveyê de jî, Swêdê di destpêka meha borî de Kurdekî bi navê Mehmûd Tat ku xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye û li Tirkiyê ji ber doza endametiya PKK/KCKê, 6 sal û 10 meh siza wergirtibû û sala 2015an koçberî Swêd bûbû radestî Tirkiye kiribû.

Rêkeftina Tirkiyê ligel Swêd û Fînlandayê piştî wê yekê hat ku herdu welatan daxwaza endambûna NATOyê kiribûn, Tirkiye jî li hember daxwaza wan bûbû asteng.

Pustên heman beş