Partiya DEVA daxwaza guhertina madeya 66 a Destûra bingehîn dike

deva-parti

 Li Tirkiyê ligel nêzîkbûna hilbijartinan partiyên siyasî jî amadekariyên xwe xurt dikin. Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê DEVA, bernameyek bi navê “plana çalakiya mafên bingehîn” ragihand. Di bernameyê da destnîşan bi xalên di warê pirsa Kurd da girîng tên dîtin hat kirin.

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê bernameya bi navê “plana çalakiya mafên bingehîn” ragihand. Di civîna çapemeniyê da Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û parlementerê partiya DEVAyê Mustafa Yeneroglu bernameya partiya xwe dan nasîn. Bername bi guhertina hin xalên Destûra Bingehîn parastina mafên mirovî yên alî û layenên cuda pêşniyaz dike. Pêşniyazkirina guhertina madeya 66emîn ya Destûra bingehîn ku dibêje “hemû welatiyên Tirkiyê Tirk in” di warê pirsa Kurd da girîng tê dîtin bal kişand. Her wiha bernameya Partiya DEVAyê li ser pirsên dabînkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî û navên navçe û bajaran bi şêveyeke xwecihî jî radiweste.

Cîgirê Serokê Partiya DEVAyê û Parlementer Mustafa Yeneroglu got: “Duyemîn sernava plana me ya mafên bingehîn , wekheviya hevwelatiyan û qedexeya cudageriyê ye. Pênaseya hevwelatîbûnê ya madeya 66emîn ya Destûra Bingehîn cudageriyê nîşan dide. Emê ev madeyê wek bêyî ferqa ziman, millet, ol û hwd. hemû hevwelatî wekhev in biguherînin.”

Ligel çaksaziyên ku partiya DEVAyê pêşniyaz dike, Maseya Şeşalî di pêşnûmaya xwe ya Destûra Bingehîn da xalên ku di pirsa Kurd da wek kêşeyên sereke tên dîtin neguherandibû. Heger nêrîna Partiya DEVAyê liser mafên bingehîn yên Kurdan ev be, çima ji maseya şeşalî pêşniyazên çakkirina rewşa mafên Kurdan naderkevin? Alî Babacan bersîva vê pirsê taybet ji Kurdistan24 re da.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan got: “Pêşniyaza maseya şeşalî, 84 madeyên ku her 6 partî liser lihevdikin dihevîne. Bes helbet piştî hilbijartina dê parlementoya Tirkiyê biryara dawîn bide. Wek partiya DEVAyê îdealên me, armancên me ev in ku me îro dan nasîn. Liser maseyê helbet dibe ku her partiyekê bernameyek cuda hebe.”

Şîrovekarên nêzî maseya şeşalî bêdengiya maseyê li hemberî pirsa Kurd wek nigeraniya derdana dengan û nerazîbûna Partiya IYI dinirxînin. Tevî helwêsta nediyar ya Maseya Şeşalî di warê pirsa Kurd de, Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan carna bi daxuyanî û pêngavên xwe di warê pirsa Kurd da liser maseya şeşalî wek aktorê wêrektirîn derdikeve pêş. Heta egera tifaqek di navbera HDP û DEVAyê da jî carna tê axaftin.

Pustên heman beş