PKK’ê nasnameya fermandarê salek û 7 mehan berê mirî, eşkere kir

PKK'ê nasnameya fermandarê salek û 7 mehan berê mirî, eşkere kir

Rêxistina PKKê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir ku salek û 7 mehan berê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye û ji nû ve mirina wî îfşa kir.

HPG’ê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 4/1/2023 ragihand, fermandarekî wan yê bi navê “Saît Ergul” û bi kodnavê “Denîz Pîr” jiyana xwe ji dest daye.

Destnîşan kir, Denîz Pîr li 21ê Gulana 2021an ji zinarê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya HPG’ê, ew fermandarê wan li Qendîlê di erka xwe de bûye dema ku ji zinarê ketiye!.

HPG’ê ragihandiye ku Denîz li gundekî navçeya Bazîdê ya Bakurê Kurdistanê li quntara çiyayê Agiriyê ji dayik bûye û di 15ê tebaxa 1999an de li Dêrsmê tevlî refên PKKê bûye.

Ev ne cara yekeme rêxistina PKKê wendakirina fermandarên xwe bi mirinên bi goman îlan dike, ketina Denîz ya ji zinarê jî û veşartina vê ketinê bo dema salek û 7 mehan wan gomana bêtir dike ku PKKê bi hezaran kadro û fermandarên xwe tasifye kirine.

 

Pustên heman beş