Erdogan dê bi Esad re hevdîtinê bike

Erdogan dê bi Esad re hevdîtinê bike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, wezîrên derve yên Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê dê piştî demeke kurt bicivin û eger encamên hevdîtinên wan erênî bin, emê di heyama bê de li ser asta serokomaran gotûbêjan bikin.

Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro min bi Serokdewlet Pûtîn re bi telefonê hevdîtineke girîng kir. Me geşedanên dosyaya Sûriyeyê û pêvajoya têkiliyên me yên bi Sûriyeyê re axivî”.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di van demên dawî de serokên îstixbaratê (her sê welatan) hevdîtinên girîng pêk anîn, piştre wezîrên berevaniyê û wezîrên derve yên Tirkiyê, Sûriyê û Rûsyayê piştî demeke kurt dê bicivin û eger encamên van hevdîtinan derkeve. erênî, em ê di heyama pêş de li ser asta serokan hevdîtinan bikin”.

Pustên heman beş