Parlamentoya Almanyayê deng li ser jenosîda Êzidiyan dide

Parlamentoya Almanyayê -ezidi-kurd-isis-kurdistan (2)

Biryar bû roja 17’ê vê mehê, Parlamentoya Almanyayê ji bo qebûlkirina dosyaya Êzidiyan weke jenosîd biciviya, lê ji ber çend sedeman, rûniştina parlamentoyê bo 26ê mehê hat paşxistin.

Endamekî şanda Êzidiyan ku biryar e li rûniştina Parlamentoya Almanyayê beşdar bibe ji K24ê re got, civîn dê di dawiya vê mehê de were lidarxistin û hemû belge û amarên derbarê jenosîda li dijî Êzdiyan hatine amadekirin.

Wî jêderî ku nexwast navê wî aşkere bibe got, mijara naskirina vê mijarê wek jenosîd li parlamentoya Almanyayê germ e, bi taybetî ji aliyê Partiya Demokrat a Azad a Almanyayê ve bi tundî tê piştgirîkirin.

Li gor zanyariyên K24ê, şandeke pilebilind a Êzdiyan ji bo beşdarbûna di rûniştina Parlamentoya Almanyayê de serdana Almanyayê dike. Her wiha hin kesên ji qirkirinê rizgar bûne jî dê wek şahid amade bibin û biaxivin.

Her li gorî zanyariyan, mijareke din a vê rûniştina parlamentoyê dê ji bo çawaniya çareserkirina rewşa zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne be.

Di dema êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê de, Kurdên Êzîdî rastî jenosîdê hatin û 6417 kurdên Êzîdî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve dîl hatin girtin. Heta niha 3562 kes bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine rizgarkirin û yên din jî winda ne. her wiha hin ji wan di gorên komî de hatin jenosîdkirin ku heta îro 83 gorên bikomî hatine dîtin. Ligel wê jî DAIŞê 68 mezar û perestgehên Kurdên Êzîdî wêran kirin.

Di Komkujiya ŞIngalê de 2745 zarok bê bav man, Nêzîkî 400 hezar Kurdên Êzidî koçber bûne ku piraniya wan venegeriyane û di konan de li kampan dijîn.

Pustên heman beş