Hejar Mam Xosrewî, kurê Riza ye û li gundê Hort Kendê ya bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Roja 14/1/2003 li gel xuşka xwe ya cêwî bi navê “Hêro” li nexweşxaneya Bokanê ji dayîk bûye.
Hejar heta pola şeşan a dibistana seretayî bi dawî anî, bi malbata xwe re li gundê Hûrt Kendê akincî bûn. paşê malbata wî ji bo berdewamiya xwendina kurê xwe koçî bokanê kirin û li taxa “Mecbûrawa” ya bajêr akincî bûn.
Hejar Mam Xosrewî xwendina xwe heta qonaxa dibistana amadeyî û pola 11 amadeyî di beşa mîkanîkê de berdewam kir û piştre li gel malbata xwe karê çandiniyê kir.
Hejar ji ber pêgeha civakî ya malbata xwe, bi wêrekiya xwe ya neteweperestiyê dihat naskirin û ji zarokatiya xwe de bi sembolên serkeftinê yên li ser destên xwe dihat naskirin.
Di 17/11/2022an de, piştî beşdariya di merasima dawetê de, Hejar Mam Xosrewî tevlî refên xwenîşanderên Bokanê bû û ji aliyê yek ji pasdarên Şoreşa Îranê (Caş) bi navê “Qalereş”, bi çekê rêkxistinî rastî lêdana çekê tê û birîndar dibe, ji ber giraniya birîna wî, paş veguhastina wî ji boy nexweşxaneyê bi saetekê canê xwe ji dest dide.
Rejîma Îranê tevî şehîdkirina Hejar, zexteke mezin li malbata wî dike û nahêle ku cenazeyê kurê xwe bi eşkereyî defin bikin.
Malbata şehîd Hejar di bin zextên giran ên hêzên ewlekarî û zordarên rejîma Îranê de, neçar man saet 23:00’an cenazeyê şehîd Hejar bêyî beşdariya xizim, dost û hevwelatiyên wî bi axa pîroza Kurdistanê bispêrin.
Malbata Hejar Mam Xosrewî hêj di bin zextên saziyên ewlehiyê yên rejîma dagirker a Îranê de ye.
Çîroka Hejarê kurdan, yek ji sedan û bi hezaran çîrokên xortên kurde ku ji ber rejîmên dagîrkerên Kurdistanê tûş bûne. Yekane rêya derketina ji van çîrokên trajîk, serweriya netewî ya kurd û rizgariya dawî û serxwebûna Kurdistanê ye.