Rojnameyeke Sûrî: Ti dem ji civîna wezîrên derve yên Sûrî – Tirkî re nehatiye diyarkirin

Rojnameyeke Sûrî: Ti dem ji civîna wezîrên derve yên Sûrî – Tirkî re nehatiye diyarkirin

Rojnameya “Al-Watan” a Sûrî rastbûna nûçeyên medyayê yên ku behsa civîneke wezîrên derve yên Sûriye, Rûsya û Tirkiyê vê hefteyê li Moskoyê red dike.

Rojnameya “Al-Watan” a Sûrî îro 9ê Çile 2023an belav kir, heta niha ti demeke diyarkirî ji bo lidarxistina civîna wezîrên derve yên Sûriyê û Tirkiyê tune ye û hemû tiştên ku heta niha hatine weşandin bêbingeh in.

Li gorî zanyariyên vê rojnameyê, pirsa hevdîtinê girêdayî karê komîteyên taybet e yên piştî civîna sêalî ya wezîrên berevaniyê yên Sûriyê, Tirkiye û di dawiya meha borî de li Moskoyê ye.

Rojnameya “Al-Watan” destnîşan kir jî “dibe ku hin civînji bo temamkirina civîna yekem bên kirin û dibe ku civîna wezîrên derve jî hebe, Lê heta niha ti demek jê re nehatiye diyarkirin.”

Ev yek di demekê de ye, rojnameya “El-Şerq El-Ewset” belav kir ku biryar e roja Çarşemê 11/1/2023an Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi amadebûna Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskoyê bicivin.

Wê rojnameyê di raporta xwe de ragihand, Îmarat jî hewil dide di asteke bilind de beşdarî civîna Rûsyayê bibe û piştgiriya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Tirkiyê de bike û eger heye ku Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid jî beşdarî civîna sêalî ya li Moskoyê bibe.

Her li gorî rojnameya “El-Şerq El-Ewset”, ev civîna sêalî yan çaralî ya tê plankirin, dê rê li ber lûtkeya ku tê de Serokê Rûsya Vladimir Putin, Serokmarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar El-Esed beşdar dibin, veke.

Şandên Sûriye û Tirkiyê bi pêşengiya Wezîrên Berevaniyê yên her du welatan piştî 11 salan ji têkçûna pêwendiyên di navbera Enqere û Şamê de 28ê Berfanbara 2022an li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyabûn.

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin berî çend rojan da zanîn, di asta wezîran de dê civînên wan bi aliyê Sûriyê re bidomin, lê di asta serokomaran kengê were kirin, naye zanîn, ji ber nêzîkatiya aliyê Sûriyê ji wan re zelal nebûye.

Pustên heman beş