Li Helebê êrişî hêzên Tirkiyê kirin: 4 leşker birîndar bûn

Helebê êrişî hêzên Tirkiyê (1)

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşa bi mûşekan a li dijî baregeha hêzên Tirkiyê ya li rojhilatê Ezezê de 4 leşker birîndar bûn û rewşa leşkerekî dijwar e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku bi mûşekan êrişî baregeha hêzên Tirkiyê ya li navçeya Ezazê ku dikeve bakurê Helebê kirin.

Li gor çavkaniyên SOHRê, di encama êrişê 4 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne û rewşa leşkerekî birîndar ne cihgir e.

Hat gotin ku piştî êrişê hêzên artêşa Tirkitê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayê Enqere gundên Til Rifet, Ehras û Kefir Nesih ên li bakurê Helebê ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de ne, bombebaran kirin.

Nehatiye zanîn di bombebaranê de kuştî û birîndar hene yan na.

Ji aliyekî din ve, hêzên artêşa Sûriyê duh bajarokê Sarmînê yê li gundewarê rojhilatê Idlibê topbaran kir.

SOHRê da zanîn ku malên sivîlan bûne hedef, lê kuştî û birîndar çênebûne.

Pustên heman beş