Îranê cezayê darvekirinê li xwepêşanderekî din da

iran executions-javad rouhi iran (2)

Nêzî 4 meh in li bajar û bajarokên Îranê xwepêşandan berdewam dikin û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî hatin girtin.

Li gorî malpera Mizan Online ku nêzîkî dezgeha dadweriya Îranê ye, welatiyekî din ê Îranî bi navê Cewad Rûhî bi tometa “belavkirina aloziyê”, şewitandina Qurana pîroz û ziyan gihandina mal û milkên giştî bi darvekirinê hat mehkûmkirin.

Li Îranê hejmara kesên ku bi sedema xwepêşandanan cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn derket 18an û ji vana 4 kes hatine îdamkirin.

Piştî girtin û kuştina Zîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve, zêdetirî 4 meh in di xwepêşandanên bajar û bajarokên Îranê de bi sedan kes hatine kuştin.

Piraniya xwenîşandanan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin tepeserkirin û li gorî rêxistinên mafên mirovan, nêzîkî 550 xwepêşander hatin kuştin û zêdetirî 18 hezar kes jî hatin girtin.

Rêxistinan diyar kirin ku 100 girtî di bin xeteriya înfazê de ne.

Pustên heman beş