Rakan Cibûrî 112 perçeyên erdê Kerkûkê li ser xizmên xwe parve dike

rakan-jbuori-kirkuk-haweja-kurd-arab-kurdistan-iraq (2)

Rakan Cibûrî, piştî xîyaneta 16ê cotmehê weke parêzgarê ferzkirîyê Kerkûkê hat destnîşankirin, ji dema destbikarbûna xwe weke parêzgar pir zilim û stem li kurdan kiriye û her weha hejmarek herî zêde ya kurdan neçar kirîne ji Kerkûkê birevin, li şûna wan jî Erebên hawirde aknicî kirîne, herî dawî jî bi nivîsarek fermî xwestiye 112 perçeyên erd li ser xizmên xwe parve bike.

Li gor agahiyên taybet yên Pêgeha Darka Mazî, roja 27/11/2022an beşa milkîya parêzgeha Kerkûkê bi jimareya 22612 nivêsarek ji şaredariya navçeya Hewîce re şandiye û tê de lîsteyek ji 112 polîsên ku hemû pasewanên Rakan Cibûrî parêzgerê Kerkûkê ne heye, têde daxwaz kiriye parçeyek erd li Hewîce ji her yek ji wan re bê dayîn.

Her wiha di nameyê de hatiye ku li ser pêşniyara parêzgar û serokê komîta 419 ku di 24/11/2022an de biryar hatiye dayîn tedbîrên pêwîst ji bo şopandina navên di lîsteyê de bên girtin.

Ev lîste bi jimare 1 bi navê Muxtar Ehmed Seîd Ali, birayê Rakan Seîd Cibûrî, parêzgerê ferizkirîyê Kerkûkê dest pê dike û bi jimare 112 bi navê Hisên Ebid Nesîf ku dibe birayê Hesen Ebid Nesîf, qaymeqamê bi wekaletê navçeya Dubiz ku paş bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, li şûna qaymeqamê kurd hatiye ferizkirin, bi dawî dibe.

Li gor agahiyên Darka Mazî, komîteya 419 berpirsyare ji belavkirina erdan li ser girtiyan, penaberan û karmendên dewletê li gorî biryar û rênîşandanên hikûmeta federal.

Di dema borî de hejmareke zêde ji zeviyên başên navçeya Hewîce li ser kesên nêzîkî Parêzgerê ferizkirîyê Kerkûkê Rakan Cibûrî hatine parvekirin û beşek ji wan jî bûne projeyên bazirganî.

Pustên heman beş