Amerîka bi merc balefirên F-16 difroşe Tirkiyê

Amerîka bi merc balefirên F-16 difroşe Tirkiyê

Amerîkayê li hember firotina balefirên şer ên F-16, endamtiya Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, wek merc li ber Tirkiyê daniye.

Çend rayedarên Amerîkî ji rojnameya The Wall Street Journal re eşkere kirine, îdareya Joe Biden ji Kongresê daxwaz dike, bi qasî 20 milyar Dolar rezamendî li ser firotina balefirên şer ên F-16 bide Tirkiyê.

Herwaha hat ragehandin ku ev daxwaz 40 balefirên F-16 li xwe digre, lê belê mercê Kongresê ji bo firotina balefiran ji Tirkiyê re ew e ku Enqere ji bo endambûna Swêd û Fînland bo NATOyê, rezamendî nîşan bide.

Herwiha ji Kongresê hatiye xwestin ku rezamendî li ser firotina 30 balefirên F-35 bo Yewnanistanê nîşan bide.

Piştî destpêkirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê, herdu welatên Swêd û Fînlandayê daxwaza xwe ya endambûna NATOyê eşkere kirin û Tirkiye jî, ku endamê NATOyê ye, li hember vê daxwazê razî nebû û ragihand, tenê bi merc endambûna Swêd û Fînlandayê bo NATOyê, razî dibe.

Ji bo vê jî, di meha Hezîrana 2022an de rêkeftineke sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hat îmzekirin, di çarçoveya wê rêkeftinê de Tirkiye ji Swêdê daxwaz kir, hejmarek ji wan kesên bi tometa endambûna PKK û tevgera Fethullah Gulen daxwazkirî ne ango biryara girtina wan heye û li Swêdê dijîn, radestî Tirkiyê werin kirin.

Pustên heman beş