Artêşa Tirkiyê li Amedê dest bi operasyoneke nû kir

pkk diyarbakir eren operasyonu

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li navçeya Licê ya Amedê li dijî PKKê operasyona “Eren Dorpêç Payîz-Zivistan-21” hatiye destpêkirin.

Wezareta Navxwe ragihandiye ku dê operasyon li navçeya Licê, ji aliyê Fermandariya Cendirme ya Amedê ve bê birêvebirin û 840 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin ku ji 56 tîman pêk tên.

Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan li dijî rêxistina PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Pustên heman beş