Sûriye: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriyê neyne em pêwendiyan asayî nakin

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand ku heta Tirkiye dawî li dagirkeriyê neyne, ew pêwendiyên xwe ligel wî welatî asayî nakin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro Şemiyê 14ê Çileya 2023yan piştî hevdîtina li Şamê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.
Feysel Miqdad têkildarî asayîkirina têkiliyên bi Enqerê re jî got: “Her danûstandinek bi aliyê Tirkiyê re girêdayî rêzgirtina li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê, bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina piştgiriya ji terorê re ye”.
Her wiha got: “Beriya hevdîtina Serok Esed û Serkirdayetiya Tirkiyê, divê sedemên nakokiyan ji holê rabin. Ji bo lidarxistina civînên di asta bilind de pêwîst e pêgehek û rewşeke guncaw bê çêkirin. Bêyî hilweşandina dagirkeriyê ne pêkan e ku mirov behsa ji nû ve asayîkirina têkiliyên bi Tirkiyê re bike”.