PKKê mirina van 6 ciwanên Kurd jî 6 salan veşartî hiştibû

PKKê mirina van 6 ciwanên Kurd jî 6 salan veşartî hiştibû

Rêxistina PKKê îro nasnameya 6 ciwanên din yên Kurd eşkere kir ku li sala 2017an ketine ber êrîşên dewleta Tirk û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan îfşa kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 15/1/2023ê nasnameya 6 çekdarên xwe eşkere kir yek jê zarok ku li sala 2017an li başûrê kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne û paş derbasbûna 6 salan ji nû ve mirina wan îlan kirî ye.

HPGê di pesna van ciwanan de dîsa gotîye: Ew milîtanên hêja yên Apo bûn, ew fedayên Apo bûn, wan ji zaroktiya xwe Apo û felsefeya Apo naskiribû!.

PKKe her roj wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ew ciwanên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan dide mirinê, PKKe zarokên Kurdan di revîne û bi destê artêşa dewleta dagirker dide kuştin û piştre tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!

Pustên heman beş