Erdogan û Putin asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê gotûbêj kirin

Erdogan û Putin asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê gotûbêj kirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêwendiyeke telefonî encam dan.

Medyaya Rûsyayê ragihand, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di pêwendiyeke telefonî de tekezî li hevkariya pêşkêşkirina gaza Rûsî kirin û li ser damezrandina navendeke gaza siruştî ya herêmî li Tirkiyê gotûbêj kirin.

Hat ragihandin ku Erdogan û Putin li ser asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê jî axivîn.

Pustên heman beş