Li Diyarbekirê xebatkarên firinan şert û mercên kar protesto kirin

Li Diyarbekirê xebatkarên firinan şert û mercên kar protesto kirin

Li Diyarbekirê hejmarek xebatkarên firinan şert û mercên xebata xwe protesto dikin û daxwaza çêkirina sîgorteya karkirinê dikin.

Li Diyarbekirê hejmarek xebatkarên firinan li Qada Şêx Seîd kom bûn û cara duyem şert û mercên xebata xwe protesto kirin.

Hin nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî piştgiriya çalakiya xebatkaran kirin.

Xebatkarên firinan daxwaza sîgorteya karkirinê û zêdekirina mûçeyên xwe dikin û bang li saziyên fermî dikin ku kontrole zêde bike.

Xebatkarên firinan dibêjin; heta ku bigihin encamekê dê çalakiyên protestokirina şert û mercên xirab berdewam bikin.

Li gorî ragihandina xebatkarên firinan, li Diyarbekirê nêzîkî 300 firin hene û nêzîkî deh hezar kes di van firinan de kar dikin.

Pustên heman beş