Çavuşoglu ji Pedersen re: Em piştgiriya biryara navdewletî 2254 a ji bo Sûriyê dikin

Çavuşoglu ji Pedersen re: Em piştgiriya biryara navdewletî 2254 a ji bo Sûriyê dikin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê, tekeziyê li çareseriya siyasî ya Sûriyê û biryara navdewletî ya (2254) dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, ew îro li Enqerê Nûnerê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiya.

Çavuşoglu tekezî li ser piştgiriya Tirkiyê ya ji bo pêvajoya çareseriya siyasî, Komîteya Destûra Sûriyê û biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya 2254 kir.

Ev hevdîtin di demekê de ye duhî serokên Rûsya û Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî pirsa asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyê gotûbêj kirin, tê pêşbînîkirin jî di rojên pêş de şandên wan her du welatan bo cara duyem bicivin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî di vê derbarê de berî çend rojan gotibû, bêyî bidawîkirina dagirkeriya Tirkiye li ser xaka Sûriyê û bêyî bidawîkirina terorê, civînên wan ên bi aliyê Tirkiyê re li ser asta bilind encam nadin.

Pustên heman beş