Seidî Pîre bi tundî êrîşî Mela Bextiyar kir û gotinên wî jî red nekirin

Seidî Pîre bi tundî êrîşî Mela Bextiyar kir û gotinên wî jî red nekirin

Ji ber wê tomara dengî ya Mela Bextiyar ku çend roj berî naha hatibû belav kirin, Seidî Ehmed Pîre bi tundî li dijî Mela Bextiyar axivî û got: ‘’Hevsengiya wî têkçûye’’ lê ji aliyê din ve jî gotinên wî red nekirin.

Çend roj berî naha di tomarekî dengî ya endamê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar belav bû û di wê tomara dengî de dibêje Seidî Pîre, Aso Almanî û Hamîd Hacî Xalî ku naha rêveberên diyar ên nêzîk Bafil Talebanî ne, wan wekî Beisî yên kevin pênase dike û aşkera dike ku mûçe ji îstixbarata Iraqê werdigirtin.

Li hember vê îro endamê polîtburoya YNKê Seidî Pîre bi tundî li dijî Mela Bextiyar axivî û ji Dengê Amerîka beşa kurdî re ragehand, mijar ne kesî ye, ji ber wê jî li dijî Mela Bextiyar doz venekiriye û dixwaze her bi rêya YNKê bixwe ve mijarê zelal bike.

Ev gotinên Seidî Pîre wekî têbînî li ser tên kirin, tometa ku Beisî yê kevin bûye ya ji aliyê Mela Bextiyar ve hatibû gotin red nake, lê dibêje: ‘’Em nikarin careke din Mela Bextiyar wek kesekî xwedî hevsengî yê maqûl lê binêrin.’’

Herwaha dibêje: ‘’Ez, çi ji Kak Mela Bextiyar re bibêjim her kêm e. Lê Mela Bextiyar hevsengiya wî têkçûye û nexwaşê hîsterîke û dixwaze navê xwe bixwe nav navande. Li gor min dixwaze ew destên xwe yên rûn û kiz girtî bi serê hin kesan ve paqij bike.’’

Seidî Pîre dibêje: ‘’Hemû ew tiştên Mela Bextiyar behs dike, eger em li ser biaxivin wê demê ti kesek jê saxlem dernakeve.’’ Ev gotinên Seidî Pîre jî guman çêkir ku gelo ew jî dixwaze bibêje Mela Bextiyar Beisî yê kevine yan tiştek din heye?

Pustên heman beş