Hengaw: Di sala 2022yê de herî kêm 290 kolber li sînorên Kurdistanê bûn qurbanî

Hengaw: Di sala 2022yê de herî kêm 290 kolber li sînorên Kurdistanê bûn qurbanî

Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw raportek belav kir ku di sala 2022yê de herî kêm 290 kolber û kasibkarên kurd li sînorên Kurdistanê bûne qurbanî ku 46 kes ji wan canê xwe ji dest dan û 244 kes ji wan jî birîndar bûne. Ev amarane li gel sala pêştir dema ku tê muqayese kirin 75 bûyer ango sedî 35 zêdetire ji sala borî.

Li gor raporta Hengaw: Piraniya qurbaniyan ku 209 kes ji wan guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê yan hatine kuştin, yan jî birîndar bûne. Herwaha 35 bûyerên ji ber karesatên xwezayî yên wek ji zinar û terazinan de ketin, xeniqîna di çem de, lêdana brûskê, aşût û qerisînê jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne.

Hat ragehandin ku kuştin û birîndarbûna kolberan a bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê di sala 2022yê de dema bi sala borî ya 2021ê ve bê muqayese kirin 69 bûyer ango sedî 49 zêde bûye. Herwaha rêjeya wan kolberên ku ji ber teqîna mîn bûne qurbanî jî sedî 300 bilind bûye.

Bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê ve: 209 kes (33 kes hatine kuştin û 176 kes jî birîndar bûne) ku dibe sedî 72.5ê bûyeran.

Bûyerên xwezayî: 35 bûyer in 8 kes hatine kuştin û 27 kes jî birîndar bûne, ku dibe sedî 12.5 ê giştî bûyeran.

Teqîna mîn: 12 bûyer in û 13 kes birîndar bûne, ku dibe sedî 4ê giştî yên bûyeran.

Bûyerên hatûçûnê: 25 bûyer in, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 24 kes jî birîndar bûne û dibe sedî 8.5ê giştî yê bûyeran.

Şewat û şewata ji ber gazê: 5 bûyer in, 4 ji wan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye û dibe sedî 2 yê giştî yê bûyeran.

Lêdan û îşkence: 4 bûyer in û her çar kes birîndar bûne, ku dike sedî 1.5 giştî yê bûyeran.

Li gor vê raportê hejmara wan kolberên ku di sala 2022yê li sînorê parêzgeha Kirmaşan bûne qurbanî 162 bûyere, ku li gor sala berê bê muqayese kirin 58 bûyer ango sedî 211.5 bûyer zêde bûye û li hember wê jî ew kolberên ku li sînorê parêzgeha Urmiyê bûne qurbanî 20 bûyer bûne ku li gor sal pêştir sedî 60 kêm kiriye.

Parêzgeha Urmiye: 20 bûyer, ku 13 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Parêzgeha Sine: 108 bûyer, ku 22 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Parêzgeha Kirmaşan: 162 bûyer, ku 11 kes hatine kuştin û 151 kes birîndar bûne.

Amaje bi wê yekê jî hatiye dayîn ku sala 2022yê de herî kêm 11 zarokên kolber ku temenê wan bin 18 salî de bûye bûne qurbanî.

Li gor vê raportê 4 kolberên zarok jiyana xwe ji dest dane û 7 ji wan jî birîndar bûne. 4 kolberên zarok bi guleyên rasterast ên hêzên çekdarên Îranê, 2 kolber jî ji ber ketina ji zinaran û lêdan û îşkenceya ji aliyê hêzên Îranî ve, kolberek jî bi teqîna mîn, 3 kolber jî ji ber şewatê û kolberek jî ji ber aşûtê bûne qurbanî.

Pustên heman beş