Mazlûm Ebdî: Dibe ku Tirkiye di Sibatê de li aliyê Kobanî êrîşî Rojava bike

Mazlûm Ebdî-turkey (2)

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî ragihand, “Dibe ku Tirkiye di meha Sibatê de bi rêya Kobanî êrişî Rojava bike” û got, ew aştiyê bi Tirkiyê re dixwazin, lê “bi temamî” amade ne ku li hember her êrîşekê rawestin. Ebdî herwiha got, “Em naxwazin bibin mexdûrê wêya ku Tirkiyê nekariye pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bike”.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke ji bo malpera Al Monitor de ku roja Duşemê 16ê Çileya 2023an hatiye weşandin, amaje bi berdewamiya gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, ew gefên Tirkiyê yên pêkanîna êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê ciddî dibînin û tekez kir, ew Enqerê teşwîq dikin ku li dêvla şer aştiyê hilbijêre.

General Mazlûm Ebdî diyar kir, bi texmîna wan Tirkiye di meha Şibatê de dê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û got, “Nabe Enqere Kurdên Sûriyê ceza bike, ji ber ku nikare pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike”.

Mazlûm Ebdî got: “Em gefên Tirkiyê cidî dibînin. Em texmîn dikin ku di meha Şibatê de êrîşek pêk were. Bajarê Kobanî ji ber wateya xwe ya sembolîk ji bo kurdên cîhanê cihekî muhtemel e. Tirkiye ber bi hilbijartinan ve diçe û em dizanin ku Serokomar Erdogan dixwaze piştgiriya neteweperestan bidest bixe û wisa dixuye ku di wê baweriyê de ye ku careke din êrîşkirina li ser Rojava dikare xizmetê ji vê armancê re bike”.

Di 20ê Mijdara 2022an de Tirkiyê dest bi operasyona bi navê “Çeng-Şûr” kir û hejmarek pêgehên HSDê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bombebaran kirin. Tirkiye di wê baweriyê de ye ku HSD jî beşek ji PKKê ye.

Pustên heman beş