Li hemberî bûyera Mêrdînê ku 5 kurdên Duhokî hatin qetilkirin, HDP û DBP bêdeng man

Li hemberî bûyera Mêrdînê ku 5 kurdên Duhokî hatin qetilkirin, HDP û DBP bêdeng man

Qetilkirina 5 endamên 2 malbatên ji Duhokê yên li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê ku ji Herêma Kurdistanê ji Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl/Xabûrê ji bo biçin Amedê derbasî bakur bûy, ji aliyê gelek sazî û kesan ve hat şermezarkirin. Navenda Giştî ya HDP ê kerr û bêdeng ma.

Komkujiya 5 Kurdên welatiyên Herêma Kurdistanê li Mêrdînê, bû sedema bertekan li Herêma Kurdistanê. Kuştina kesên ku temenê wan ya herî biçûk 35 salî ye û piraniya wan ji 60 salî mezintir in, gule berî sere wan dan û ew qetilkirin. Ev bûyera diltazîng hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Başûrê Kurdistanê bû sedema bertekên mezin. Gelek kesayet û saziyan bûyer şermezar kirin.

HDP û DBP bêdeng man

Çavê Kurdan li HDP ê bû. HDP ku li ser her pirsgirêkeke mezin û biçûk a li Tirkiyeyê daxuyaniyekê dide, nexwest bûyera Mêrdînê bibîne. Li derbarê vê bûyera menfûr ne daxuyaniyek belavkir û ne jî saziyên xwe yên li qadê ji bo parastina cenazeyan û veguhestina cenazeyan seferber kir. Ev helhesta HDP ê li ber çavên gelê Kurd winda nebû. Her wiha DBP ku li gel HDP li heman navendê dimîne bêdeng ma û nexwest vê bûyera mezin bibîne. Ger li Tirkiyê bizina yekî Tirk li çolê wenda biba da HDP daxuyanî belavke û xemgînîya xwe arasteyî malbata xwedîyê bizinê ket. Bi rastî helwesta van her du partiyên ku li ser rêbaza PKK ê hatine organîzekirin, cihê daxê ye. Helwesta PKK ê ya neyarî li hemberî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê başûr çibe helwesta HDP ê jî ew e. HDP bi refleksa PKK’ê herket dike. Lê ev tewan li ser partîyekê ne bû li hember du malbatên Kurd yên bêguneh û jar hatibû kirin. Hemniştimanî çî ye; hemniştimanî ew e ku mirov şênî û şahî, êş û azarên xwe parvebike. HDP ê bi vê helwesta xwe dîyar kir ku ew ne nûnerê gelê Kurd e ji ber ku qetilkirina 5 Kurdên bêguneh dilê hemû Kurdan şewitand lê HDP bêdeng ma.

Tenê Hevserokê HDP ê yê şaxê Stenbolê Ferhad Encû li ser hesabê xwe yê Twîtterê xwest bûyer bê aşkerekirin. Di daxuyaniyê de got “Ji du malbatên Kurd ên Duhokê yên li ser rêya Nisêbîn û Mêrdînê, 5 kesên ku 3 ji wan jin in, ji aliyê kesên çekdar ve hatin qetilkirin. Divê di zûtirîn wext de berpirsên vê qetlîamê bên dîtin û ew mija pişt vê bûyerê ji raya giştî re bê ravekirin.”

Gelek derdorên li derveyî HDP ê bertek nîşanî vê bûyerê dan. Serokê Giştî yê HUDA-PAR ê Zekeriya Yapiciogluyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê daxuyanî da û bûyer şermezar kir û xwest tewnbar bên peydakirin. Dîsa li Mêrdînê 61 rêxistinên sivîl daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û bûyer şermezar kirin û xwestin zûtirîn wext kujer bên dîtin.

Pustên heman beş