Piştî 4 rojan ji bûyera Mêrdînê ji nû ve û bi bêşermî PKK’ê bêdengî şikand

Piştî 4 rojan ji bûyera Mêrdînê ji nû ve û bi bêşermî PKK’ê bêdengî şikand

Qetilkirina 5 endamên 2 malbatên Duhokê yên li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê ku ji Herêma Kurdistanê ji deriyê sînorê Îbrahîm Xelîl derbasî Bakurê Kurdistanê bûy ji bo ku biçin Amedê, ji aliyê gelek sazî û kesan ve hat şermezarkirin.

Vê bûyera diltezîn karvedanên herî tund yên kurdan li tev Kurdistanê li pey xwe anîn, tev kesayet, rêxistin û partiyên kurdan di roja yekem de daxuyanî parve kirin û nerazîbûna xwe li himber vî karê hovane nîşan dan, lê PKK’e û tev rêxistin û saziyên bi ser wê ve, her wek ti tiştekî rû nedayî bêdeng man, piştî 4 rojan ji nû PKK’e hatiye û dixwaze weke hercar bazarekî siyasî bi xwîna van kesên bûye qurbanî bike.

Îro Navenda Ragihandin û Çapemeniyêya HPG’ê der barê qetlîama li Mêrdînê daxuyaniyek da û xwest bi vê daxuyaniyê vê bûyera mezin û diltezîn ji pirseke mezin a milletekî bike pirsa eşîrekî û bi vê yekê di ava şêlû de masiyan bigre.

Her kes dizane ev tawan li himber eşîr, hoz yan partîyekê ne bû, ev tawan li hember du malbatên kurd yên bê guneh û jar hatiye kirin, lê di daxuyaniya HPG’ê de bi zelalî tê dîtin ku PKK’e dixwaze vê pirsê ji pirsa neteweyekî veguhere pirsa eşîrekî, û bi vê yekê li ser atîfeya ciwanên ji eşîra Rêkanî kar bike û wan bi xwe ve girê bide.

HPG’ê ragihand, 5 kesên li Mêrdînê hatine qetilkirin welatparêzên ji Rêkaniyê ne û dewleta tirk ev eşîr kiribû hedefa xwe. HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “dibe ku ev komkujî êrîşeke kontrayî be.” kurdên wilatparêz ti guman li ser hovîtiya dewleta tirk tunene, her kes dizane dewleta tirk dikare her tiştekî li dijî gelê kurd pêk bîne, lê belê, ger bûyera li Mîrdînê bi zanebûna dewleta tirk jî hatibe pêkanîn ku heya niha ti tiştek xweya nebûye, ev bêexlaqîyeke pir mezne ku vê êrîşê weke êrîşa li ser eşîrek Kurdistanê îzah bikîn, nabe rê bi PKK’ê bê dayîn vê bûyerê biçûk nîşan bide.

HPG’e di daxuyaniya xwe de dibêje, “ev malbata ku hatiye qetilkirin, welatparêzên eşîra Rêkanî ne û gelek caran gund û herêmên wan bûne hedefa êrîşên dewleta tirk û di van êrîşan de gelek ji wan şehîd ketine. Ji ber ku ev mirovên me di hedefa dewleta tirk de ne, tê dîtin ku bûyera dawîya li Mêrdînê bûyereke tarîye.” li virr ev pirs serhildide, gelo ger wilo be jî kê gelê Rêkan kiriye hedefa êrîşên dewleta tirk? Gelo kîye ev 31 sale nahêle gelê Rêkan vegere ser gundên xwe? Kîye gelê Rêkan neçar kirî ku li dûrî gund û warên xwe bijîn? Ma ne her PKK’e bi xwe ye?

31 salin PKK’ê erdê eşîra Rêkan dagîr kiriye, di nava gundên vê eşîrê xwe bi rêxistin dike, dever kiriye devereke eskerî, li wir perwerdeya leşkerî dide çekdarên xwe û wan dişîne nava sînorên dewleta Tirkiyê, du guleyan li qereqolên Tirkiyê dibarînin û vedigerin Başûrê Kurdistanê, dewleta tirk jî tê û bi vê behaneyê ne bi tenê erdê vê eşîrê belku hemû Başûrê Kurdistanê dike armanc, di vê yekê sûça Tirkiyê çi be ya PKK’e jî ewe.

Dema PKK’e diçe û di nava sînorê Tirkiyê de çalakiyekê dike, nabe li bendê be dewleta hov ya tirk bi gul beybûna berisva wan bide, belê, dema tu guleyên çek li eskerê tirk dibarînî ew jî wê bi çekên di destê xwe de bersiv bidin, wê bi tank top û her çekek din bersiv bide, eve sedem ku çendîn kes ji eşîra Rêkan bûyne qurbaniyên vî şerê sexte yê di nêvbera PKK’ê û dewleta tirk de.

Pustên heman beş