Tometbarên êrîşa Mêrdînê bo dadgehê tên birin

Tometbarên êrîşa Mêrdînê bo dadgehê tên birin

 Li ser êrîşa li dijî welatiyên Duhokê li Mêrdînê, 4 kes hatine desteserkirin, ew 4 tohmetbar îro arasteyê dadgehê tên kirin.

Roja 19ê vê mehê 5 welatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn û li ser riya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênç welatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya şeş tohmetabar hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. Dema desteserkirina çar tohmetbarên din jî bo du rojên din hatibû dirêjkirin û îro ji bo Dadgeha Mêrdînê hatin birin.

Pustên heman beş