Heft sal derbasbûn ji nûve mirina wan îfşa kir

Rêxistina PKKê ku her roj nasnameya komên zarok û ciwanên Kurdan yên di salên berê de hatine feda kirin îfşa dike, navê 3 çekdaran îlan kir ku mirina wan 7 salan veşartî hişitbû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 21/1/2023an navê 3 çekdarên xwe du jê zarok eşkere kir ku li sala 2016an li Bakur û Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dane, HPGê 7 salan mirina van zarokan li malbatên wan veşartbû.

Navên wan wisan e:

Cengîz Yilmaz ji Colemêrgê.

Yakûp Aslan ji Agiriyê.

Mervan Taşdemîr ji Mûşê.

HPGê dîsa di pesnê van zarokan de bi rûqaymî gotiye ew layîqî Apo û rêbertiyê derketin!.

Partiya Karkerên Kurdistanê ku bûye Partîya Kuştina Zarokên Kurdan, her roj bê navbir wêneyên komên keç, zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, yên ku hêjan di zaroktiyê de ji deriyên dibistanan û deriyên malên wan revandine û dane kuştin, paş derbasbûna çend salan jî ji nû ve tê û dibêje me ew wenda kirin.

Pustên heman beş