PYD’ê yek ji berpirsên xwe bi tawana sîxuriya ji bo Tirkiyê desteser kir

PYD’ê yek ji berpirsên xwe bi tawana sîxuriya ji bo Tirkiyê desteser kir

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê yek ji berpirsên paye bilind ên PYD’ê li Rojava Kurdistanê hedef kir û di encam de bi sextî birîndar kir, bi vê sedemê jî PYD’ê bi sûça sîxuriya ji boy Tirkiyê li ser vê mijarê yek ji berpirsên xwe yên din desteser kir.

Li gor zanyariyên taybet yên pêgeha Darka Mazî ku ji çavkaniyên xwe yên li Rojava Kurdistanê bi dest xistine, balafirên şer yên dewleta Tirkiyê li roja 19/1/2023an di saet nêzî 4î êvarê de ofîsa pêwendiyên îstixbarata PYD’ê bi hêzên hevpeymaniya navdewletî li bajarokê Rimêlanê ku dikeve nêzî deriyê kompaniya Rotku bombebaran kiriye û di encam de berpirsê vê ofîsê yê bi navê Birosk ku ji Bakurê Kurdistanê ye bi giranî birîndar bûye.

Piştî Birosk bi giranî birîndar bûy, niha bi merema çareseriyên pizîşkî li nexweşxaneya Dêrkê ye û li ser vê mijarê bi tawana sîxuriya ji boy dewleta Tirkiyê yek ji endamên îstixbarata PYD’ê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, piştî vê êrîşê rasterast îstixbarata PYD’ê dest bi lekolînê kir û roja 21/1/2023an endamekî xwe ku li ofîsa pêwendiyên îstixbarata PYD’ê bi hêzên hevpeymaniya navdewletî kar dike, bi navê Zana Salih Ali ku ji Qamişloyê ye bi sûça pêdana zanyariyan bi dewleta Tirkiyê desteserkir.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyêyên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, êrîşên asimanîyên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û Herêmên di bin kontrola PYD’ê de zêde bûne.

Pustên heman beş