Li Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin

sert-pkk-kurdistan

Li bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan ji bo du hefteyan hatin qedexekirin.

Parêzgeha Sêrtê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, ji ber operasyonên li dijî PKKê yên li Iraq û Sûriyê, eger heye alîgirên wê rêxistinê çalakiyan bikin û ji bo astengkirina wan li nav sînorên bajarê Sêrtê her cure çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, dema qedexeyê ji 30ê Çileya 2023an des tpê dike û heta du hefteyên din berdewam dibe.

Pustên heman beş