Hevserokê Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê ku rêxistineke ser bi PKKê ve ye, duh li îdareya serbixwe ya Raperînê hat desteserkirin.
Hevserokê Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê yê bi navê Selam Ebdulla roja înê 27ê çileya 2023an ji aliyê asayîşa îdareya serbixwe ya Raperînê ve hate desteserkirin, Tevgera Azadî jî ev desteser kirin bi siyasî nav kirî ye.
Berdevkê asayîşa Raperînê Aram Mela red kir ku sedemên siyasî li pişt girtinê hebin û got: “Ew kes çend kes pê re bûn û ji quntarên Qendîlê vedgeriyan û li xala pişkinînê nesekiniye û bi hêzên ewlehiyê re gengeşe kirine, sedema girtina wî jî ev bû ne siyasî ye”.
Her wiha anî ziman, “ew bi biryara dadger hatiye desteserkirin û roja yekşemê dê derkeve hember dadgerî”.
Tevgera Azadî, di sala 2014an de weke rêxistineke girêdayî Partîya Karkerên Kurdistanê hatiye damezrandin û bi telîmatên Qendîlê tev digere.