Amerîka jî di nav de 5 welatan hişyarî dane welatiyên xwe yên li Tirkiyê

us embassy turkey

Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya û Amerîkayê piştî çalakiyên şewitandina Qur’anê yên li Swêd, Danîmarka û Holandayê ji aliyê rastgirê tundrew Rasmus Paludan ve ji bo welatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyariya “êrîşa terorê” dan.

Wezareta Derve ya Almanyayê, Konsulxaneya Fransa û Amerîkayê û Balyozxaneyên Îtalya û Îspanyayê yên li Tirkiyeyê hişyarî dane welatiyên xwe yên li Tirkiyê ne.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê da hat gotin, “Şewitandina Qur’anê ya beriya demekê li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Swêdê, metirsiya êrîşên terorê yên li Tirkiyê zêde kiriye. Ji ber vê yekê divê li cihên qelebalix û giştî dûr bisekinin û di ziyareta îbadetxaneyan de baldar bin”.

Di daxuyaniya Amerîkayê de jî ragihandin, “Piştî bûyerên şewitandina Qur’anê ya vê dawîyê li Ewropayê, Hikûmeta Amerîkayê welatiyên xwe ji êrîşên tolhildanê yên muhtemel ên terorîstan li ser cihên îbadetê li Tirkiyê hişyar dike. Bi armanckirina cihên îbadetê yan jî cihên ku ji aliyê rojavayiyan ve tên bikaranîn, terorîst dikarin bi hişyariyeke hindik an jî bêyî hişyariyê êrîş bikin”.

Balyozxaneya Fransayê jî bi emailekê hişyarî da welatiyên xwe yên ku li Tirkiyê ne.

Her wiha Balyozxaneya Îspanyayê ya li Enqereyê jî daxuyaniyek belav kir û “Ji ber bûyerên şewitandina Qur’anê yên li Ewropayê û êrîşên terorîstî yên li dû hev ên li nêzî cihên îbadetê yên li gelek deverên cuda” hişyarî da welatiyên xwe.

Bi heman awayî Balyozxaneya Îtalyayê hişyarî da welatiyên xwe yên ku bi demkî an jî berdewamî li Tirkiyê ne.

Rasmus Paludan 21ê Çileya 2023an li Stockholma paytexta Swêdê li ber Balyozxaneya Tirkiyê Quran şewitand.

Paludan duh di hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihandibû ku ew dê Quranê li ber mizgefteke li Denmarkê û her wiha li ber Balyozxaneyên Tirkiyê û Rûsyayê bişewitîne û rayedarên Denmarkê jî destûr dane wî. Piştre Paludan çalakî li dar xist.

Pustên heman beş