Daxuyaniya hevbeş a civîna polîtburoyên PDK û YNKê

Daxuyaniya hevbeş a civîna polîtburoyên PDK û YNKê

Civîna polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bo dawî bû û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.

Daxuyaniya Polîtburoyên PDK û YNKê wiha ye:

Bi mebesta gotûbêjkirina eşkere ya li ser hemû wan mijarên bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û danûstandina fikr û ramanan û helwestên li ser çend mijarên girîng ve girêdayî ne, şandên bilind ên herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li baregeha polîtburoya YNKê ya li Silêmaniyê, îro 28-1-2023an civiyan.

Rewşa giştî û hevkêşeyên navxwe û navçeyê û fikr û raman û têbîniyên herdu aliyan li ser babetên cuda cuda yên girêdayî rêkeftina berê ya herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de herdu aliyan li hev kirin ku di derfeteke nêzîk de civîneke din a herdu şandan encam bidin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê

Pustên heman beş