Li ber çavên Mazlûm Ebdî, Ciwanên Şoreşger 49 zarokên din revandin

Ciwanen-shorashgar-pkk-ypg-hsd-kck (2)

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya ser bi PKKê ve, 49 zarokên din revandin û bi darê zorê wan tevlî baskên PKKê yên li Rojava Kurdistanê dike.

Rêxistina «Sûrye ji bo rastî û dadperwerî» ku rêxistineke mafên mirovan e 49 haletên leşkerkirina zarokan li herêmên di bin kontrola “Rêveberîya Xweser” de li bakur û rojhilatê Sûryê, li dawîya sala 2022an, li ser destê tevgera “Ciwanên Şoreşger” belge kirine.

Vê rêxistina mafên mirovan di raporekê de ku roja înî 27/1/2023 parvekirîye gotîye ku tevgera Ciwanên Şoreşger zarokan li ber çavên Rêveberîya Xweser di revîne û wan bi darê zorê tevlî hêzên çekdar dike û di şeran de bi kar tîne.

Her wiha destnîşan kir, Rêveberîya Xweser ti hewlek ji bo sînordarkirina van tewanên tevgera Ciwanên Şoreşger ne avêtîye.

Hêzên Surya Demokratîk û Rêveberîya Xweser ji bo rawestandina leşkerkirina zarokan soz bi Hevpeymanîya Navdewletî dabû û peymaneke îmze kirine, lê belê hêjan Ciwanên Şoreşger bi telîmatên raste rast yên Cemîl Bayîk û serperiştîya ceneral Mazlûm zarokên Kurdan di revîne û wan di şeran de bi kar tînin.

Pustên heman beş