Balafirên nenas hejmarek kamyonên ku ji axa Îraqê derbasî Sûryê dibûn, kirin armanc

bokamal-syriya-iran-kamyon-2023

Balafirên nenas li şeva derbasbûyî, hejmareke kamyonên ku ji axa Îraqê derbasî Sûryê dibûn, kirin armanc, bi ihtîmaleke pir mezin balafir yên Hevpeymanîya Navdewletî bin.

Li gor nûçeya Russia today, li şeva derbasbûyî 25, kamyon dema ji Îraqê derbasî Sûryê dibûn, ji aliyê balafirên nenas ve hatin bombekirin.

Di heman demê de jêderên ewlekarî yên Îraqê ji malperê re raghandine, ku hejmareke kamyonan ji ser sînorên Îraqê bo Sûryayê ji Îranê derbas bûne, wan çavkaniyan tekez kirine ku ew kamyon di deriyekî nefermî re derbas bûne.

Rewangeha Sûrî bo mafên mirov jî got ku kamyon li gundê Harî li gundewarên El-Bûkemal li rojhilatê Dêra Zorê hatin armanckirin û di encamê de kesên di hundir de hatin kuştin û birîndar kirin dema ku balafirên bêpîlotên Hevpeymanyê li ser deverê difriyan.

Pustên heman beş