Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê hatin lidarxistin.
Îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, 19 sal di ser teqînên 1ê Sibata 2004an re derbas dibe, ku baregehên Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Melbenda 3 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yên li Hewlêrê bi rêya du kiryarên xwekujiyê ve hatin teqandin û ji ber wê, 103 kes şehdî bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Îro di demjimêr 09:30 xulekan de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma bîranîna şehîdên 1ê Sibatê li bajarê Hewlêrê hatin lidarxistin.