Amerîkayê cezayên nû bi ser 7 saziyên Îranê de sepandin

us department of commerce -darka-mazi

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê ji ber rola wan a di alîkariya artêşa Rûsyayê ya şerê Ukraynayê de paketeke nû ya sizayan bi ser heft kompanyayên din ên Îranî de sepandin.

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê roja Sêşemê ragihand ku heft saziyên Îranî xistine nav lîsteya cezayan ji ber alîkariya Rûsyayê ji bo dabînkirina kelûpelên serbazî di şerê dijî Ukraynayê de bikar bîne.

Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê got, “Wezareta me dê heft saziyên Îranî yên ku ji aliyê dewleta Amerîkayê ve hatiye îsbatkirin ku li dijî berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê tevdigerin û piştgiriya pîşesaziya berevanî û leşkerî ya Rûsyayê kirine, bixe lîsteya reş”.

Hat ragihandin ku ew saziyên Îranî di çêkirina parçeyên motorên firokeyan, alavên leşkerî û dronên leşkerî de çalak in.

Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku ev alîkarî ji şandina rasterast a dronan Îranê ji Rûsyayê re cuda ye ku Moskowê li dijî Ukraynayê bikar anîne.

Ji Îlona sala 2022an ve, Amerîka û welatên Ewropî rayedarên Îranê bi dayîna firokeyên bê firokevan ji Rûsyayê re di şerê wê yê li dijî Ukraynayê de ku bikar aniye tawanbar dikin ji bo ku zirarê bide binesaziya Ukraynayê.

Di dawiya sala borî de, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kiribû ku wan bi sedan dronên Îranî yên ku ji hêla Rûsyayê ve ji bo armanckirina sektora elektrîkê ya Ukraynayê bikar dianî xistine xwarê.

Pustên heman beş