Karayilan: Salih Muslim çend cara çû Tirkiye!

Karayilan: Salih Muslim çend cara çû Tirkiye!

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji televizyoneke nêzîkî PKKê re axifî û hinek sirên hevdîtina YPG-PYD û Tirkiyê eşkere kirin.

Murat Karayilan dibêje: “Hevserokê PYDê Salih Muslim çend caran çû Tirkiyeyê. Wê demê navbera me û dewleta Tirkiyeyê de jî agirbest hebû. Pêvajoyek jê re dihate gotin ‘çareserî’ lê ne çareserî bû. Di wê demê de daxwaza dewleta Tirk ev bû, ku Kurd jî li Şamê bixin. Mesela eşkere gotin, dest bidin ser Qamişloyê, ew derî, deriyê ku ji bo Tirkiyeyê vekirî, deriyê gumrukê bi destê xwe ve bixin em dê hemû tiştî bidin we. Jê şûnde Heleb, li Şêxmeqsûd berê xwe bidin rejîmê ji bo Heleb têk biçe. Wana dixwestin Heleb têk bibin, bi dest xwe bixin û biçin Şamê.”

Karayilan da zanîn Kurdan ew daxwazên Tirkiyê qebûl nekirin û got: “Mirov dikare bibêje Erdogan siyaseta li ser Kurdan, li ser Rojava guhert, yek sedem jî ev bû. Rast e belkî ne hemû sedem be, lê belê sedemek jî ev bû. Siyaseta Kurd di xetekê de israr kir, li dijî Sûriyeyê nesekinî. Eger bisekiniya wê Sûriye têk biça. Niha Sûriye pala xwe dide Rûsyayê, dide Îranê. Lê belê destpêkê, mesela hîn di 2012an de, 2013an de eger ku Kurd jî weke ku Tirkiye dibêje beşdarî wan bibûya, wê têk biçûya.”

Karayilan wiha got: “Divê Beşar Esed şaştiyan neke û li dîrokê vegere û bibîne ku çawa Hafiz Esed li hemû eniyan li ber xwe da, ev yek bi piştevaniya Kurdan bû, çi bi fermî û çi jî ne bi fermî.”

Bi gotina Karayilan “siyaseta Erdogan Sûriyê gihand rewşa niha, ku çete li dora xwe kom kirin û Sûriyê wêran kir. Divê Esed baweriya xwe bi Erdogan neyne, ji ber ji bo serkeftina di hilbijartinan de Erdogan dixwaze Beşar Esed bi kar bîne.”

Pustên heman beş