Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmareke zêde ya mirovan di bin kavlan de mane

turkey-bakur-marash-girgum-kurdistan

Li parêzgeha Girgumê ango Meraşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 7.4 pile erdhejek çêbû û li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê û heta Hewlêr û gelek bajarên Tirkiyê  jî hat hestkirin. Li gor agahiyên destpêkê ji ber erdhejê li Girgumê û bajarên derdorê hejmarek avahî hilweşiyane û qurbanî jî hebeûne.

Navenda Tomarkirina Erdehejan a Kandîllî ya Tirkiyê ragihand ku îro roja Duşemê 6ê Sibata 2023an li bajarê Girgumê yê Bakurê Kurdistanê di demjimêr 04.17ê erdhejek bi hêza 7.4 pileyên rîxterê çêbûye.

Li gorî agahiyên li ser malpera Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) li navçeya Bazarcix a Mereşê di demjimêr 04:17an de erdhej pêk hat.

Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û li gelek bajaran hat hîskirin, zêdetirî 30 saniyeyan dewam kir.

Li Dîlokê bi hêza 6,4 û 6,5an erdhej çêbûn

Li aliyê din AFADê ragihand ku di demjimêr 04.26an de erdhejeke bi hêza 6,4 pêk hat ku navenda erdhejê navçeya Nurdagi ya Dîlokê bûye.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, erdhej di demjimêr 04.36an de li navçeya Îslahiye ya Dîlokê pêk hat.

Erdheja bi mezinahiya 6,5 rîxter 9,77 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Ji bilî Mereşê ji ber erdhejê li Dîlok, Meletî, Êlih, Çewlig, Xarpêt, Kilîs, Amed, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye û Hatayê hat hîskirin, welatî ji ber erdhejê ji malên xwe derketin.

Pustên heman beş