Erdhej ji xelkê re bû derd û ji DAIŞê re derman

Erdhej ji xelkê re bû derd û ji DAIŞê re derman

Piştî erdheja duh roja duşemî ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê, Rojava Kurdistanê û Sûriyê û rûday, hejmarek herî zêde ya xelkê bûn qurbanî û heya niha jî bi sedema herfîna balexaneyan bi ser xelkê de hejmarek zêde ya xelkê di bin wan xerabeyan de mane, lê belê DAIŞê mifa ji erdhejê girt.

Li gor agahiyên herî dawî, piştî erdhejê 20 terorîstên ser bi DAIŞê di girtîgehekî de li Bakurê Rojavayê Sûriyê revîne.

Ajansa France Press di nûçeyekî de eşkere kir, piştî erdhejê li vê navçeyê dayî 20 girtîyên di nava girtîgehekî de li Bakurê Rojava sûriyê reviyan.

Yek ji berpirsên di nava girtîgehê de ji France Press re ragihand, girtîgeheke ku nêzî bajarokê Raco yê nêzî sînorê Tirkiyê, nêzî 2 hezar zindaniyan li xwe digre û piraniya wan ser bi DAIŞê ne, piştî erdhejê rûday û zirar bi zindanê gihiştî, di nava girtîyan de dijberî û nerazîbûn dest pê kir û hin cihên girtîgehê xistine bin kontrola xwe, li gorî agahiyên destpêkê 20 girtîyên ser bi DAIŞê ve reviyan e.

Pustên heman beş