Di enqazên avahiyên li Hatay, Edene û Osmaniyeyê da xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin

Di enqazên avahiyên li Hatay, Edene û Osmaniyeyê da xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin

Li Qehremanmeraşê piştî erdhejên duh qewimîn li Hatay, Edene û Osmaniyeyê avahî hilweşiyan û di nav kavilên wan da xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.

Ekîbên AFAD, UMKE, 112 Servîsa Bilez, cendirme û polêsan piştî erdhêjên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 a navend Pazarcik û Elbîstana navçeyên Qehremanmeraşê ne, li herêmên erdhej bi tesîr bû xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.

Digel şert û mercên zor û zehmet ên hewayê ekîb li ser karê xwe ne û ji bo xilaskirina kesên li Edene, Osmaniye û Hatayê ku erdhejeke mezin lê xistiye û di bin kavilên avahiyan da mane, hewl didin.

Kesên nas û dostên wan di bin enqazê da ne jî xebatan ji nêz va dişopînin.

Ekîbên li herêmê kar û barê xwe didomînin ji bo kes nekeve avahiyên li der û dorê ne jî hişyariyê didin.

Pustên heman beş