Parlamenterê AKPê di bin kavilên avahiyê de canê xwe ji dest da

AKP-Yakup Taş

Parlamanterê AKPê Yakup Taş ku li parêzgeha Semsûrê piştî erdhejê di bin kavilên avahiyê de mabû canê xwe ji dest da.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Piştî erdhejê parlamenterê Semsûrê yê AKPê Yakup Taş jî her li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê di bin kavilên avahiyekê de mabû.

Roja Sêşemê 7ê Sibata 2023an mirina Yakup Taş hat ragihandin.

Pustên heman beş