Konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê banga alîkariyê kir

Konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê banga alîkariyê kir

Konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê ji bo mexdûrên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê banga alîkariyê kir.

Bi daxuyaniyeke nivîskî konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê bang li welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya mexdûrên erdheja bihêza ku li tirkiyê rû day û bûy sedema hejmareke zêdeya qurbaniyan, bikin.

Konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo qurbaniyan pêdiviyên serekeyên weke cil û bergên zivistanê, betanî, kelûpelên razanê û konserve pêşkêş bikin.

Her wiha konsulxaneya Tirkiyêya li Hewlêrê lîsteya pêdiviyan parvekir, ji boy wê yêkê ku wilatiyên Herêma Kurdistanê û ew layenên ku dixwazin alîkariyê bidin, bizanibin mexdûrên erdhejê zêdetir pêdvî bi kîjan kelupelan e.

Pustên heman beş