Kurdistanê kampanyayeke berfereh ji bo alîkarîya ziyandîtyên erdhejê ragihand

krg-masrour-barzani-rojava-bakur-kurdistan-earthquak-turkey-syria

Encumena wezîrên Herêma Kurdistanê îro civiya û biryar da kampanyayeke berferh ji boy alîkarîya ziyandîtyên erdhejê yên li Tirkiyê û Sûryê bê ragihandin.

Li destpêka civînê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, sersaxî û hevxemîya Herêma Kurdistanê ji boy kes û kar û malbatên ziyandîtyên erdhejê yên herdu wlatên Tirkiye û Sûryê diyar kir û dupat kir ku Herêma Kurdistanê, wê li gorî karînên xwe hemû alîkarîyeke pêwîst pêşkêşî ziyandîtyên vê karesatê bike.

Her wiha got: Ji boy vê armancê jî rojên borî yekem karwanê alîkariyê gihîşt Bakurê Kurdistanê û pêvajo wê bidome.

Serokwezîr go ku tedbîr hatine girtin ku alîkarî ji boy Rojava Kurdistanê jî bên şandin.

Di vê derbarê de encumena wezîran biryar girt ku kampanyayeke berfereh ya alîkarîyan dest pê bike û parêzgar û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê, ji boy vê kampanyayê raspardin.

Pustên heman beş