Hejmara qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêde dibe

Hejmara qurbaniyên erdheja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêde dibe

Ji ber hebûna bi sedan malbatan di bin kavilên avahî û xaniyên wêrankirî de û kêmbûna karînên bijîşkî û tîmên hawarhatinê, hejmara qurbaniyên erdhejê li Efrîn û hemû herêmên din ên Sûriyê zêde dibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara qurbaniyên erdhejê heta niha gihiştiye 3480 kesî, ji wan 1570 kes li deverên rêjîmê ne û 1910 kes jî li Efrînê û deverên din ên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de ne, her wiha zêdetir ji 5185 kesan jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûrî ragihand, piştî derbasbûna dora 75 demjimêran di ser erdhejê re û hebûna bi sedan malbatan di bin kavilên avahî û xaniyên wêrankirî de, tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan gelekî zêde bibe.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhej li bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hest pê hate kirin û hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û welatî bûn qurbanî.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li Efrînê û gund û navçeyên wê hejmarek mezin ji xanî û avahiyan hilweşiyan, bi taybet li bajarokê Cindirêsê ku bi dehan avahî û xanî hilweşiyane û heta niha dora 800 kesî canê xwe ji dest dane û bi dehan kes jî di bin kavilan de asê mane.

Her wiha Rewangehê got, hejmara zêde ya qurbaniyan ji ber kêmbûna karînên tîmên bijîşkî, kêmbûna pêdiviyên hawarçûnê û dermanan e. Rewangehê bang li aliyên navdewletî kir jî, bilez destwerdanê ji bo rizgarkirina birîndaran û rûbirûbûna karesata mirovî bikin.

Di vê derbarê de, Koordînatorê Herêmî yê Netewên Yekgirtî ji bo kirîza Sûriyê Muhened Hadî got ku rêxistina navdewletî hêvî dike îro Pêncşemê derbasbûna alîkariyên navdewletî di riya Tirkiyê re bo bakurê rojavayê Sûriyê bike ji nû ve dest pê bike, piştî ku ew ji ber erdheja wêranker a ku her du welatan xistibû vê hefteyê rawestiyabû.

Pustên heman beş