Li Dîlokê 3 kes piştî 76 demjimêran ji bin kavilan hatin rizgarkirin

Li Dîlokê 3 kes piştî 76 demjimêran ji bin kavilan hatin rizgarkirin

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, 3 kes piştî 76 demjimêran, bi saxî ji bin kavilên erdhejê hatin rizgarkirin.

Li Dîlok û bajar û herêmên din ên ji erdhejê bi bandor bûne, xebatên rizgarkirina malbatên di bin kavilên erdhejê de mane dewam dikin.

Di vê derbarê de, tîmên rizgarkirinê îro danê sibê, piştî 76 demjimêran ji rûdana erdhejê, 3 kes li bajarê Dîlokê ji bin kavilan derxistin û birin nexweşxaneyê.

Li gorî amarên fermî, ji ber erdhejê û hilweşîna avahiyan heta niha li Dîlokê 551 kesan canê xwe ji dest dane û hîn gelek kes jî di bin kavilan de mane.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber Erdhejê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, 12 hezar û 914 kesan canê xwe ji dest dan û 62 hezar û 914 kesjî birîndar bûn.

Pustên heman beş